Sibat 27, 2017 16:16 Asia/Tehran
  • Têkoşîna li hemberî madeyên hişber hewcedarê hevkarîyên navçeyî û navnetewî ye

Wezîrê karên hundur ê Komara Islamî ya Îranê ragihand ku têkoşîna li hemberî madeyên hişber hewcedarê hevkarîyên navçeyî û navnetewî ye.

Evdilriza Remhanîyê Fezlî wezîrê karên hundur ê Îranê îro li konfiransa navnetewî ya têkoşîna li hemberî madeyên hişber li Têhranê got: Îranê zemîneyên pêwîst jibo hevkarîyên warên lêzanîn û opêrasyonê ya ligel sazî û dezgehên navçeyî û navnetewî di warê têkoşîna dijî madeyên hişber da pêk anîne lê, serketina van hevkarîyana hewcedarê hevkarîyên deqîqtir û anegorî derfetên pêwîst ên demî ji hêla welatên navçê va ye.

Rehmanîyê Fezlî bi gotina vîya ku Îran bi istiratêjîya hevseng, hemî cure têkoşînan ji wan sekinîna li hemberî raberkirin û kêmkirina daxwaza madeyên hişber dişopîne, got: Hêzên ewlehîyê yên Îranê di sala 2016`an da karîn ku bi 2 hezar û 300 opêrasyonî, 681 hezar û 576 kîlo madeyên curbicur ên hişber keşif bikin ku anegorî sala 2015`ê nêzî ji sedî 9 kêm bûye.

Komara Islamî ya Îranê wekî xeta pêşeng a têkoşîna li hemberî qaçaxa madeyên hişber li cehanê, zêde ji 3 hezar û 500 şehîdî û zêde ji 10 hezar birîndarî di vê rêyê da pêşkêş kirine.

Konfiransa navnetewî ya têkoşîna li hemberî madeyên hişber a Têhranê bi armanca hilkolandina pêvajoya qaçaxa madeyên hişber bi rêka Balkanê û bidestxistina zemîneyên hevkarîyê jibo sekinîna li hemberî vê cure qaçaxê û sûcên organîzebûyî vê sibê li Têhranê destpê bû.