Sibat 27, 2017 15:58 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Bêsozîyên Amerîkayê, hegera sistîya cihanîna lihevkirinên têkildarî mijarên bankî di çarçova rêkeitnama navokî da ne

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Li cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê têkildarî meseleyên bankan, ev lihevkirin bi hegera xalifîna Amerîkayê û cihneanînên deqîq ên sozên vî welatî, tûşî derengîyê bûye.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li 56`emîn civata salê ya Banka Navendî ya Îranê bi gotina vîya ku lihevkirinên di çaçrova rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê da bilî meseleyên bankan, li mijar û meseleyên din hema bêje tam cih hatine û got: Hegera sistî û derngîya li cihanîna lihevkirinên têkildarî karên bankan di çarçova vê rêketinamê da, encama xalifînên Amerîkayê û tirsa bankên mezin e.

Dewleta Amerîkayê hertim ser rêya cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ku ji Çileya sala 2016`an va cihanîna wê destpê bû, astengî derxistîye û li gorî gotina berpirsên Îranê, ev kiryar binpêkirina aşkira ya rêketinama navokî ye.

Rûhanî bi gotina vîya ku destkevta herî mezin ku di van salên dawîyê da bidest hatîye, vegerandina istiqrar û aramîyê bo bazara Îranê ye û got: Asta zamê yê heta dawîya îsal dakeve bin 10`ê.

Rûhanî herwiha got: Asta zamê ya bin 10`ê û geşatîya aborîyê piştî serketina inqilaba islamî cara yekem e ku pêk hatîye.

Rûhanî radestkirina yûnît û pişkên şîrketan bo bîyanîyan û sûdwergirtina ji alîkarîya Sandiqa Pêşxistina Netewî jî ji rêbazên bihêzkirina bankên navxweyî zanî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha li rex civîna salê ya civata giştî ya Banka Navendî ya Îranê, çû seredana sîstemên nû yên xizmetguzarî û çavdêrîyê yên şebekeya bankan.