Sibat 27, 2017 15:42 Asia/Tehran
  • Berdevkê dewleta Îranê: Helwêsta Têhranê li hember Riyazê rohn û zelal e

Berdevkê dewleta Îranê got : Helwêsta Komara Îslamî ya Îranê li hember Erebistanê zelal e û siyaseta Têhranê li vê barê çalakane ye.

 Muhemed Baqir Nobext, berdevkê dewleta Îranê roja duşemiyê li civîna rojnamevaniyê diyar kir: Daxwaza welatên  derdora kendava Farsê jibo baştirkirina peywendiyên  tev Îranê hemen daxwaza Komara Îslamî ya Îranê ye û helwêsa Têhranê li hember Riyazê eşkere hatiye hilêxistin.

 Nobext nûça hatî weşandin li bara rola navbeynkariya pakistanê li peywendiyên  Îran û Erebistanê got: Bandora navçeyî ya Komara Îslamî ya Îranê li jor e û Erebistan gumanbarê alêkariya  bo grûpên  terorîstî ji wan DAIŞê û El*-Qasidê de ye û divê bi curekê berevaniya xwe bike ku bi dirav û çekên Erebistanê, terorîst xurt û bihêz bûne.

 Nobext destnîşan kir:Helwêstên Îranê li bara Sûriyê û Yemenê jî kivş e û eva Erebistana siûdî ye ku divê bersiva zarokujî, êrişa ser malên xelkê û kuştina  xelkê bêberevan  ê Yemenê bide.

 Berdevkê dewleta Îranê, gotinên tund ên rayedarên  siûdî li dijî Îranê revîna ber bi pêşve da zanîn û got :Viyan û hewldana Îranê jibo parastina aşitiyê, aramî û ewlehiya navçê, siyaseteke rohn a praktîkî ye.