Sibat 27, 2017 15:41 Asia/Tehran
  • Zerîf: Bila welatên rojavayî li bara rawstana li hember madên narkotîk berpirsiyar bin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Divê rojava berpirsiyarî û xerceke zêdetir li hember ewlehiya ku ji ber rawestana Îranê li hember qaçaxa madên narkotîk tê dest, qebûl bike.

 Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf roja duşemiyê li hevdîtina  Yurî Fedotof, alîkarê sekreterê giştî yê NY û rêveberê cihanînê yê nivîsgeha  rawestana li ber madên narkotîk û sûçên  NY li Têhranê got : Sersariya  rojava  derheq girtina pêşiya  qaçaxa madên narkotîk meseleyeke giruing e lê nabe mesela rawestana li ber madên narkotîk bibe meseleyeke siyasî.

  Zerîf bal kişand ser xercên  giran ku Îranê jibo girtina  madên narkotîk daye û got : Ciwanên Îranê li vê riyê canê xwe ji dest didin û xercên zav ên însanî û civakî yên Îranê zêdetir ji xercên  welatên din e.

 Zerîf her wiha  amadetiya Îranê jibo her cure  hevkariya  bi nivîsgeha  rawestana li ber madên narkotîk û sûçên NY ragihand.

  Yûrî Fedotof rêveberê cihanînê yê nivîsgeha  rawestana li ber madên narkotîk û sûçên  NY jî  li hevdîtina bi Zerîf re got : Nêzîkî  sedî 75 a  keşf û zevtkirina  madên narkotîk li cîhanê ji aliyê Îranê ve cih tê û ji rola  balkêş a Îranê jibo rawestana li ber  qaçaxa madên narkotîk qedrzaniyê dike.

 Yûrî Fedotof destnîşan kir: NY hevcedarê alîkarî û hevkariya zêdetir tev Îranê li warê rawestana li ber madên narkotîk e.

Alîkarê sekreterê giştî yê NY her wiha alîkariya  bo damezrandina ewlehî û aramiya li Efxansitanê jibo rawestana li ber sûçên madên narkotîk û şuştina dirêv pêdivî da zanîn.

Kargêrê nivîsgeha  rawestana li ber madên narkotîk û sûcan a NY jibo beşdariya  li civîna  navneteweyî ya hilkolandina pêvajoya qaçaxa madên  narkotîk ji riya Balkanê û rawestana  li ber qaçax û sûçên  plankirî sefera Têhranê kiriye.