Çile 21, 2017 10:56 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiya serokkomar û serokê meclisa Sûriyê bo gel û dewleta Îranê

Serokkomar û serokê meclisa Sûriyê her kîjan li nameyên cûda cuda hevxemiya xwe digel ziyandîtiyên Karesata Hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê , gel û dewleta Îranê dane diyarkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Beşar Esed serokkomarê Tirkiyê duh îniyê û piştî hilweşyana avahiya Plaskoyê û agirketina vê avahiyê li navenda Têhranê li peyamek ji bo Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê, hevxemiya xwe tev dewlet, gel û malbatên ziyandîtî yên ji ber vê rûdawê ragihand û tesliyet gote malbatên qurbaniyan.

Hidye Ebas serokê meclisa Sûriyê jî li peyama xwe ya duh îniyê ji bo Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê, hevxemiya xwe tev gelê Îranê nîşan da û tesliyet gote malbatên qurbaniyan.

ji saetên destpêka berbanga îniyê kuagir kete avahiya Plaskoya Têhranê,  20 komên birrînê, heşt wînç û 200 hêzên pisporê rakirina kavil û wêraniyan bo ciyê bûyerê hatine şandin û gişt hêzên hawargihan û opêrasiyonê yên Rêxistina ABFA`ya Têhranê (Av û rêjav) jî di rewşa amadetiya tam da ne.

Her wiha opêrasiyona kolandin û çêkirina tonêlê ji bo filitandina canê hêzên agirkuj yên mayî di bin kavilan da li ustiyê hêzên Abfa`ya Têhranê ye. Ewna hewil didin ku bi vî karî û kolandina tonêlê ji avahiya kêlekê ber bi motorxaneya Avahiya Plaskoyê, riyekê ji bo filitandina kesên astengbûyî û hepsbûyî peyda bikin.

Opêrasiyona rakirina kavilan jî bi hatina wînçên mezin ku dikarin tonajên zêde rakirn her wiha hejmarek ji amorên hîdrolîkî taybet birrîna hesin bilez didome û kamiyûn jî ji bo birina kavilan li kolana Fêrdosiyê ketine rêzê.