Çile 20, 2017 18:04 Asia/Tehran
  • Ragihandina tazîdariya giştî li Îranê li dû hilweşyana  avahiya Pilaskoyê

Li dû buyera hilweşyana avahiya Pilaskoyê li Têhranê û gorîbûna hejmarek ji erkdarên agirvemirandinê, taxima dewleta Îranê bi daxûyaniyekê sibê weke roja tazîdariya giştî ragihand.

 Li teksta daxûayniya dewleta Îranê hatiye: Buyera tal û diltezîn a agirgirtin û hilweşyana  avahiya Pilaskoyê li navenda Têhranê ku li encama wê hejmarek ji xelkê û vemirînerên êgir ên  berpirsiyar û wêrek canê xwe ji dest dan an birîndar bûn, bû sedema  xem û xudûkeke giran.

 Li vê daxûyaniyê hatiye destnîşankirin: Piştî vê  buyera diltezîn , cardinê fîdakarî û dilşewatiya  vemirînerên  êgir ên wêrek li ber çavê gelê Îran û cîhanê hat nimandinê.

Taxima dewletê ya Komara Îslamî ya Îranê li vê daxûyaniyê rêz ji fîdakarî û  zehmetî û xizmetên  vemirînerên êgir girt û jibo  birînadarn  hêviya tendrustiyê kir û serxweşî gote malbatên goriyên vê buyerê.

Di eynî demê de, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jî roja înê piştî buyera avahiya Pilaskoyê li peyamekê serxweşî gote malbata cangoriyên  buyera diltezîn a agirgirtina  avahiya Pilaskoya Têhranê û destnîşan kir: wêrektî û fîdakariya vemirînerên êgir li operasyona  gihandina  alîkariyê û rizgarkirinê,  dil û canê her mirovekî dihejîne  bo pesinadina wan .

 Serokê meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê li vê peyamê gotiye:  xortên wêrek ên gelê Îranê li vê hemaseyê şûne şerê êgir û bêguman dê nav û dengê wan  heta hetayê di dîrokê de  bimîne.

 Li gorî gotian Celal Melikî berdevkê Rêxistian  vemirandina êgir û xizmetên  hêminiyê yên  şaredariya Têharnê, ji ber giranbûna  awara avahiya kavilbûyî ya Pilaskoyê, û gurriyên  veşartî û têna zêde,  zindî mayîna  kesên  astengbûyî pir muhtemel nayê xûyanê.

Siba roja pênşemiyê li encama  buyera agirgirtinê û hilweşyana  avahiya Pilaskoyê hejmarek ji erkdarê  Rêxistina  vemirandian êgir a Îranê canê xwe ji dest dan an birîndar bûn.