Çile 20, 2017 15:52 Asia/Tehran
  • Kifşkirina serokê desteya damezirîner a Zannîgeha Azad a Islamî ji alîyê rêberê qedirgiran ê inqilabê ve

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bi hikmekî Elîekber Wilayetî wekî serokê desteya damezirîner a Zanîngeha Azad a Islamî kifş kir.

Li hikmê hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî hatîye: Li gorî nebûna xembar a serokê rêzdar ê desteya damezirîner û desteya emîndaran a Zanîngeha Azad a Islamî û kifşnebûna çawanîya bijartina serokatîya desteya damezirîner li esasnama ku Konseya Bilind a Inqilaba Ferhengî pejirandîye û li gorî pêwîstîya lezgînîya bijartina kesekî jibo vê berpirsîyê, Elîekber Wilayetî endamê wê desteyê wekî serokê desteya damezirîner kifş dikim ta ku tu rawestanek di pêşdabirina qanûnî ya karên wê zanîngehê ku roleke kêrhatî li karê perwerdeya bilind a welêt heye, pêk neyê.