Çile 20, 2017 15:12 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê nimêja înîyê ya Têhranê: Hikûmeta Alê Xelîfe rewabûna xwe ji dest daye

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê ya Têhranê got, îdamkirina 3 ciwanên şîe yên behrêynî bûye sedema jidestçûna rewabûna rêjîma Alê Xelîfe.

Hucet ul islam Kazim Sêdîqî, li xutbên vê hefteyê yên nimêja înîyê ya Têhranê herwiha got: Gelê Behrêynê bi dû azadîya rewa û mafê debgdayînê ye lê rêjîma kirêgirtî û hikimdar li vî welatî bi dû serkutkirina azadîxwazîya behrêynîyan bûye û niha hepsên vê rêjîmê tijî alim û azadîxwazên behrêynî ne.

Hucet ul islam Kazim Sêdîqî herwiha got: Berxwedana gelê Behrêynê ku ji Inqilaba Islamî ya Îranê mînak wergirtine û xwînên mirovên bêguneh ku hatine rijandinê yê bi zûtirkê rêjîma hikimdar li Behrêynê sernixûn bikin.

Kazim Sêdîqî herwiha bereberê salvegera Dehika Fecrê û serketina Inqilaba Islamî ya Îranê got, serketina Inqilaba Islamî ya Îranê teqîn û belavbnûna nûrê, moicizeya cehana islamê û nîşana hêza bawerî û meinewîyeta gelê Îranê bû ku xîmên zilhêzên rojhilat û rojavayê hejandin.

Wî herwiha got: Serketina Inqilaba Islamî ya Îranê rêyeke nû nîşan da ku mirov dikare bêyî palpiştîya zilhêzên rojhilat û rojava û bi durişma `` ne rojhilat û ne jî rojava`` pêngavan rake û encamekê bidest bixe ku civaka mirovantîyê heta niha neceribandîye.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîyê ya Têhranê herwiha ji ber candayîn û birîndarbûna hejmareke personelên agirvemirandinê di encama bûyera hilweşîna avahîya Paloskoyê li Têhranê da sersaxî da.