Çile 20, 2017 13:23 Asia/Tehran
  • Hevxemiya cîhanî digel ziyandîtiyên Karesata Hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê

Rayedar û kesayetiyên cîhanî bi şandina peyamên cida hevderdiya xwe digel kesên ziyandîtî ji ber ketina Avahiya Plaskoya (Plasco) Têhranê ragihandin.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê êvara pêncşemiyê bi şandina peyamekê bo Hesen Rûhanî serokomarê Îranê, ji ber mirina hejmarek ji welatiyên îranî li bûyera hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Têhranê sersaxî da.

Bînalî Yildirimê serokwezîr û Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî bi şandina peyamekê bo Ishaq Cehangîrî cîgirê yekem ê serokomarê Îranê û Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên dwerve yê Îranê ji ber mirina hejmarek ji welatiyên Îranê li bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê sersaxî dan.

Tobiyas Êlûd cîgirê Rojhilata Navînê û Afrîqayê yê wezîrê karên derve yê Inglîsê û Nîkolas Haptûn balyozê vî welatî li Têhranê jî hevxemiya xwe digel kesên ziyandîtî li bûyera agirpêketin û hêwirîna Avahiya Plasco`ya Têhranê ragihandin.

Balyozxaneya Fransayê li Têhranê jî roja pêncşemiyê li peyamekê hevderdiya xwe digel gelê Îranê û malbatên goriyên karesata Avahiya Plaskoyê ragihand.

Viladîmîr Yûçkof wezîrê rewşên awarte yê Rşûsiyê bi şandina peyamekê ji ber mirina hejmarek ji hêzên agirkuj li bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê sersaxî da gelê Îranê û malbatên goriyan.

Cêrî Gray serokê rêvebiriya agirvemirandinê ya bajarê Rêdnîka parêzgeha Kalîforniyaya Amerîkayê jî bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê xembar da zanîn.

Sibeha roja pêncşemiyê ji ber bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Kolana ``Cumhuriya Îslamî`` ya Têhranê hejmarek ji welatî û hêzên vemirandina êgir canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.