Çile 20, 2017 12:26 Asia/Tehran
  • Peyama rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî bo Yekîtiya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li peyamekê bo Yekîtiya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê destnîşan kir: Şerê neberanber ên bereya kufr û istikbarê bi ala bilindkirî ya Îslama resen, erka me hemûyan e.

Hezretê Ayetulla Ozma Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî roja îniyê li vê peyamê ragihand: Çaverêtiya ji we delalan xebatek zêdetir ji xwesaziya zanistî û dînî û exlaqî ye û çaverêtî heye ku hûn li ser hawîrdora xwe bandorê bikin û şopînerên riya Xwedê bi saya gotin û kiryara xwe zêde bikin.

Herzretê Ayetullah Ozma Xamineyî bal kişande ser viya ku ``Ciwanî û xwendekarbûn`` wekî pêşbireke bihêz mirov di riya bidestxistina armancên bilind alîkariyê dike û bi bîr xist: Hûn ji bilî van duyan, ji serpişkî û qazanca hebûna li pergala bibandor a Lijneyên Îslamî jî sûdê werdigirin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Her yek ji me gere ku kaniyek bi bereket ji merifeta durust a îslamî û riya rast a Xwedê be.