Çile 20, 2017 12:24 Asia/Tehran
  • Dawîn nûçeyên Opêrasiyona hawargihaniyê li Avahiya Hilweşiyayî ya Plaskoyê

Berdevkê Saziya Agirvemirandinê dibêje ku piştî derbasbûna 24 saetan ji bûyera agirpêketin û hilweşiyan û hêwirîna Avahiya Plaskoyê li Têhranê renge gişt hêzên agirvemirandinê yên mayî di bin kavilan da şehîd bûne.

Seyd Celal Melikî li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a Mîzanê got: Hêzên vemirandina êgir û hêzên hawargihan hîn nekarîne bigihêjin agirkujên windayî di bin kavilên Avahiya Plaskoyê da. Wî her wiha got: Piştî derbasbûna zêde ji 24 saetan ji dema qewimîna karesatê, hewildana ji bo peydakirina agirkujên windayî hema wisa didome.

Pîrhisên Kolîvend serokê Orjansa welêt ragihand: Kesek ji birîndarên karesata Plaskoyê ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, emrê Xwedê kir. Li gorî gotina wî, ev birîndar ji wan agirkujan bû ku çend opêrasiyonên vejiyandinê li ser wî hatibû kirin. Navê vî agirkujê cangorî û fedakar ``Bêhnamm Mîrzaxanî`` ye ku ji ber giranbûna şewatê li nexweşxaneya şehîd Muteherî şehîd bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, ji saetên destpêka berbanga îniyê 20 komên birrînê, heşt wînç û 200 hêzên pisporê rakirina kavil û wêraniyan bo ciyê bûyerê hatine şandin û gişt hêzên hawargihan û opêrasiyonê yên Rêxistina ABFA`ya Têhranê (Av û rêjav) jî di rewşa amadetiya tam da ne.

Her wiha opêrasiyona kolandin û çêkirina tonêlê ji bo filitandina canê hêzên agirkuj yên mayî di bin kavilan da li ustiyê hêzên Abfa`ya Têhranê ye. Ewna hewil didin ku bi vî karî û kolandina tonêlê ji avahiya kêlekê ber bi motorxaneya Avahiya Plaskoyê, riyekê ji bo filitandina kesên astengbûyî û hepsbûyî peyda bikin.

Opêrasiyona rakirina kavilan jî bi hatina wînçên mezin ku dikarin tonajên zêde rakirn her wiha hejmarek ji amorên hîdrolîkî taybet birrîna hesin bilez didome û kamiyûn jî ji bo birina kavilan li kolana Fêrdosiyê ketine rêzê.