Çile 20, 2017 09:38 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiya Rûhanî bi boneya mirina hejmarek ji hemwelatiyan li Karesata Avahiya Plaskoyê

Serokomarê Îranê i peyamekê bi boneya karesata diltezîn a agirpêketinê li Avahiya plaskoya Têhranê sersaxî da malbatên goriyên vê bûyerê.

Li peyama serokomêr hatiye: Karesata diltezîn a agirpêketinê li Avahiya Plaskoya Têhranê eger çi ku xembar û diltezîn e, lê hemaseya ku hêzên fedakar ên vemirandina êgir li vê qada xizmetgihaniyê da afirandin û canê xwe ji bo filitandina hemwelatriyên xwe feda kirin, gelê Îranê şîndar kir û gel pesna morala fedakarî û cangorîtiya van zarên mêrxas da.

Rûhanî li vê peyamê tevî sipasiya ji hewildana hemî hawargihan, hêzên vemirandina êgir û yekîneyên doxtorî, hêzên ewlehkariyê û hêzên leşkerî ku gihîştin hawara kesên ziyandîtî û ev bûyer kontrol kirin, sersaxî da malbatên goriynê vê karesata diltezîn û ji bo kesên ku bi gorîkirina canê xwe gihîştine hawara hemwelatiyan, ji Xwedayê mezin, rehmet û rizwan daxwaz kir.

Li gorî gotina Celal Melikî berdevkê Saziya Vemirandina Êgir û Xizmetên Ewlehiyê ya Têhranê, hema wisa tu agahiyek ji çarenivîsa 20 kes ji hêzên vemirandina êgir ku ji bo filitandina canê xelkê çûbûn nav Avahiya Plaskoyê, tine.

Mihemed Baqir Qalîbaf Şaredarê Têhranê jî êvara pêncşemiyê li nav koma nûçegihanan destnîşan kir: Hemû hewildana hêzên vemirandina êgir li bûyera hilweşiyana Avahiya Plaskoya Têhranê valakirina avahiyê bû û ihtimala ku kesek ji bilî hêzên vemirandina êgir di bin kavilan da be, gellek kêm e.

Sibeha roja pêncşemiyê ji ber bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Kolana Cumhuriya Îslamî ya Têhranê hejmarek ji welatî û hêzên vemirandina êgir canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.