Çile 20, 2017 09:10 Asia/Tehran
  • Zerîf: Filistîn mijara sereke ya cîhana îslamê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Mijara Filistînê hîn jî mijara herî sereke û girîng a Saziya Hevkariya Îslamî ye.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê berêvariya pêncşemiyê piştî beşdariya li civîna awarte ya Saziya hevkariya Îslamî li Koalalampora paytexta Malêzyayê li hevpeyivîna digel nûçegihanên IRNA û IRIB News`ê destnîşan kir: Yek ji mijarên hertimî li civînên vê saziyê mijara Filistînê ye.

Zerîf destnîşan kir: Guhertinên vê dawiyê bi taybet siyasetên dewleta teze ya Amerîkayê li bara Filsitîna dagirbûyî civaka navneteweyî û bi taybet welatên îslamî nigeran kiriye.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Tevî hebûna nakokiyan li cîhana îslamê hîn jî mijara Filsitînê mijara herî girîng û sereke ya Saziya Hevkariya Îslamî ye û li civîna Koalalamporê jî li ser vê mijarê pêgirî hat kirin.

Zerîf her viha tevî pêşwaziya ji biryarên baş ên civîna Saziya Hevkariya Îslamî li Koalalamporê li bara hevkariya navneteweyî ji bo alîkariya bo misilmanên Rohîngiyayê li Miyanmarê hêvî kir ku welatên îslamî bikarin bi hevra hevkariyeke baştir li vî warî da hebin.

Civîna awarte û yekrojî ya wezîrên karên derve yên Saziya Hevkariya Îslamî ji bo hilkolandina qeyrana misilmanên rohîngiyayî li Miyanmarê û guhertinên herî dawî yên Filsitînê li Malêzyayê hat lidarxistin.

Li vî halî hevdîtin û gotûbêja digel Enîfe Eman wezîrê karên derve yê Malêzyayê ji bernameyên roja pêncşemiyê yên Zerîf li kêleka civîna Saziya Hevkariya Îslamî li Koalalamporê bû.

Wezîrên karên derve yên Îran û Malêzyayê li vê hevdîtinê dawîn guhertinên navçe û cîhanê hilkolandin û xwestin ku hevkariyên duyalî berfire bibin.