Çile 20, 2017 07:39 Asia/Tehran
  • Peyama rêberî li bara bûyera Avahiya Plaskoya Têhranê

Li pey agirpêketin û hilweşiyana avahiya ticarî ya Plaskoyê li navenda Têhranê rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê tevî dayîna sersaxiyê bo malbatên goriyên vê bûyerê, xwest ku berpirs ji bo filitandina canê kesên ku asteng mane, hewil bidin.

Li peyama Hezretê Ayetullah Ozma Xamineyî hatiye: Mêrxasî û cangorîtiya hêzên vemirandina êgir ku di riya filitandina xelkê bi xwe tûşî bûyereke bixeter bûn û li halê fedakariya xwe ya sozdarane tûşî ezmûneke dijwar hatine, dil tijî sipasî û pesindanê her wiha keser û xemê dike.

Rêberê giranqer ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Vê gavê pêwîst e ku hemî hewildan ji bo filitandina canê kesên astengmayî pêk were û hilkolandina egerên bûyerê mijara din e.

Wî her wiha ji hemî berpirsan xwest wisa ku di heyama çend saetên piştî bûyerê  da xebitîne, xebata xwe ya têkoşeriyê bidomînin û erka xwe ya lezgîn pêştir ji her gotinekê bizanin û hewildana xwe ji bo filitandina canê kesên mayî di bin kavilann da duberanber bikin.

Pêştir serokomarê Îranê jî li peyamekê bi boneya bûyera diltezîn a agirpêketina li Avahiya Plaskoya Têhranê sersaxî da malbatên kesên gorî li vê bûyerê.

Li peyama seraxiyê ya serokomarê Îranê hatiye: Bûyera diltezîn a agirpêketinê li Avahiya Plaskoya Têhranê eger çi ku xembar û diltezîn e, lê hemaseya ku hêzên vemirandina êgir li vê qada xizmetgihaniyê afirandin û canê xwe ji bo filitandina canê hemwelatiyên xwe feda kirin bû sebeb ku gelê Îranê şîna wan bigire û pesna morala fedakarî û cangorîtiya van zarên mêrxas bide.

Sibeha roja pêncşemiyê ji ber bûyera agirpêketin û hilweşiyana Avahiya Plaskoyê li Kolana Cumhuriya Îslamî ya Têhranê hejmarek ji welatî û hêzên vemirandina êgir canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.