Kanûn 07, 2016 11:52 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran bazareke ewleh ji bo sermayedanerên biyanî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran yek ji welatên herî ewleh li navçeyê ji bo sermayedaner û bazirganan e.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê li yekem civîna ticarî ya Îran û Japonê li Tokyoyê enstîtûyên ticarî hokara geşatiya li peywendiyên aborî nava du welatan da da zanîn û her viha got: Îran û Japonê gellek babetên hevpar hene ku dikarin bibin sebeba berfirehkirina peywendî û danûstandinên aborî nava du welatan.

Zerîf got ku Îran hez dike digel welatên cîhanê hevkariya aborî pêk bîne û destnîşan kir: Îran korîdorek ji bo girêdana bi bakur ji Bender Ebasê heta welatên dorhêla Kendava Farsê û ji Bendera Çabiharê heta Asyaya Navînê û ji wir bo Komara Azerbaycanê û navçeya Qefqazê ye û ev yek dibe sebeb ku Îran bi awayekî bihêz têkeve nava abora cîhanê.

Wî hevkariya Îran û Japonê li warê şerê dijî madeyên narkûtîk li Efxanistanê wek yek ji mêhwerên hevkariya du welatan da zanîn ku dikare li warên cûrbicûr berfireh bibe.

Serokê saziya dîplomasioya Îranê her viha bal kişande ser mijara têrorîsmê û gefên wê li navçeyê û got: Ewlehiya zêde ya Îranê ji bo sermayedaner û ticaretê li navçeyê baştirîn derfet ji bo sermayedaner û bazirganên japonî ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê li dawîn qonaxa sefera xwe ya dewreyî bo welatên asyayî êvara sêşemiyê gihîşte Tokyoya payetxta Japonê.

Wezîrê karên derve yê Îranê biryar e digel Şînzo Apê serokwezr, wezîrên karên pêşe, ticaret, aborê yên Japonê û serokê Saziya Bazirganiya Derve yê vî welatî hevdîtin û gotûbêj bike.