Kanûn 07, 2016 10:46 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Salihî digel serokê komîsiyona ênêrjiya atomê ya Fransayê

Serokê Saziya Ênêrjiya Atomê ya Îranê digel serokê komîsiyona ênêrjiya atomê ya Fransayê hevdîtin pêk anî û bi wî ra li bara îmkana hevkariyên li warên cûrbicûr da axivî.

Li gorî rapora Fars News`ê, Elî Ekber Salihî serokê Saziya Ênêrjiya Atomê ya Îranê roja sêşemiyê li kêleka civîna wezîrên ewlehiya navokî ya Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Navokî li Viyenê digel Daniyêl Virvarde serokê komîsiyona ênêrjiya atomê ya Fransayê hevdîtin û gotûbêk pêk anî.

Li vê hevdîtinê du aliyan li bara îmkana hevkariyên li warên cûrbicûr ku bala du welatan dikişînin, gotûbêj kirin.

Salihî berî viya jî li kêleka vê civînê tev Êrnêst Monîz wezîrê ênêrjiyê yê Amerîkayê hevdîtin û gotûbêj kiribû.

Serokê Saziya Ênêrjiya Atomê ya Îranê li vê hevdîtinê bal kişande ser sozdariya tam a Îranê li warê Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ku ji aliyê Ajansa Navneteweyiya Ênêjiya Atomê va hatiye piştrastkirin û tevî itiraza li hemberî dirêjkirina qanûna I.S.A li Kongreya Amerîkayê xwest ku Waşîngton sozên xwe li ser esasa naveroka Lihevkirina Navokî cih bîne.