Kanûn 07, 2016 08:03 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran û Japon li dû xurtkirina peywendiyên duyalî ne

Wezîrê karên derve yê Îranê di dema daketina li balefirgeha Tokyoya paytexta Japonê li ser xurtkirina asta peywendî û berfirehkirina danûstandinên duyalî nava Îran û Japonê pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf êvara sêşemiyê li hevpeyivîna digel nûçegihanan li firokexaneya Tokyoyê got: Li sefera bo Japonê jî wekî sefera bo Hind û Çînê dê pirraniya gotûbêjan li bara xurtkriian peywendiyên duyalî yên aborî û siyasî bin.

Zerîf bal kişande ser viya ku roja çarşemiyê civîna mezin a aboriyê di navbera Îran û Japonê da tê lidarxistin, got: Taxima mezin a aborî-siyasî ya Îranê sefera Japonê kiriye da ku warên derfirotin û derkirrînê û hevkariyên hevpar bişopîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê her viha got: Her viha behsên asayî yên siyasî, mijarên navçeyî û navneteweyî dê li sefera min a durojî bo Japonê digel rayedarên derecebilind ên vî welatî werin hilêxistin û hilkolandin.

Zerîf li balefirgeha Tokyoyê ji aliyê Oe Mora birêvebirê giştî yê Rojhilata Navînê li wezareta karên derve ya Japonê, Hîroyaso Kobayaşî balyozê Japonê li Têhranê û Riza Nezer Aharî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Tokyoyê va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê biryar e li sefera bo Tokyoyê digel Şînzo Apê serokwezr, wezîrên karên pêşe, ticaret û aborê yên Japonê û serokê Saziya Bazirganiya Derve yê vî welatî hevdîtin û gotûbêj bike.

Zerîf berî sefera xwe bo Japonê sefera Hind û Çînê kir û amadebûna li Tokyoyê beşa dawiyê ya sefera dewreyî û jipêşdarêştî ya serokê saziya dîplomasiya Îranê tê hesêb.