Kanûn 07, 2016 07:28 Asia/Tehran
  • Itiraza fermî ya Îranê bo NY li bara pesendnameya vê dawiyê ya Kongreya Amerîkayê

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li nameyekê ji sikritirê giştî yê vê saziyê ra, pesendnameya vê dawiyê ya Kongreya Amerîkayê li bara dirêjkirina boykotên dijî Îranê (ISA) li dijî Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar da zanîn û xwest ku ev yek li rapora pêşerojê ya Ban Kî Mûn bo Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê were qeydkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Xulamelî Xweşrû êvara sêşemiyê bi şandina nameyekê bo Ban Kî Mûn sikritirê giştî yê NY ragihand: Dewleta Komara Îslamî ya Îranê pesendnameya vê dawiyê ya Kongreya Amerîkayê û dirêjkirina qanûna boykotkirina Îranê (ISA) heta dawiya sala 2026`an li dijî sozên Amerîkayê li gorî Lihevkirina Navokî dizane.

Li vê nameyê hatiye destnîşankirin ku li ser esasa naveroka Lihevkirina Navokî, Amerîka wekî yek ji aliyên vê lihevkirinê sozdar e ku xwe ji dirêjkirin û sepandina dubare ya boykotan an her kiryareke li dijî armanc û rûhê Lihevkirina Navokî dûr bike.

Xweşrû her viha got: Dirêjkirina qanûna boykotkirina Îranê (ISA) berovajî sozên Amerîkayê li warê Lihevkirina Navokî ye û lewma ev welat dê berpirsê dûhatên nerênî û bandorên ziyanbar ên kiryareke viha be.

Li vê nameyê ji sikritirê giştî yê NY hatiye xwestin ku ji hemî aliyên Lihevkirina Navokî bi taybet ji Amerîkayê bixwaze ku li ser sozên xwe li bara vê lihevkirinê bimînin.

Sênaya Amerîkayê pêncşemiya bihurî pesendnameya Kongera Amerîkayê li bara dirêjkirina 10 salî ya ``Qanûna boykotkirina Îranê`` nasyar bi I.S.A bi 99 dengên Erê û bêyî tu dengekî Na pesend kir û bi vî rengî Kongreya Amerîkayê deng da ku boykotên dijî Îranê heta dawiya sala 2026`an berdewam bin.

Qanûna boykotên dijî Îranê li benda wajokirina Barak Obamayê serokomarê Amerîkayê ye.