Kanûn 06, 2016 15:53 Asia/Tehran
  • Ruhanî: Îran dê bersivekî qahîm bide aliyê ku rêketina navokî binpê dike

Serokkomarê Îranê got: Îran îznê nade ku Amerîka rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 binpê bike yan wê bidirîne.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hesen Ruhanî serokomarê Îranê li gotinên xwe yên îro sêşemê li zanîngeha Tehranê bi munasibeta roja xwendekaran li bara dewleta pêşerojê ya Amerîka û gefên binpêkirin an jî dirandina rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 got: Amerîka nikare li ser viyan, berxwedan û rawestana gelê Îranê tesîrê dayîne.

Ruhanî bal kişande ser viya ku Amerîka li ser riya îcrabûna rêketina navokî şaşitiyan dike destnîşan kir; Eger bê û boykotên 10 salî yên Amerîka dijî Îranê îcra bibe, Komara îslamî ya Îranê dê bersiveke qahîm bide vê biryara Amerîka.

Senaya Amerîka pêncşemiya bihurî pê 99 dengan pejirand ku boykotên vî welatî dijî Îranê hetanî sala 2026 dirêj bibin.

Niha qanûna dirêjkirina boykotên dijî Îranê maye bi hêviya îmzaya Barak Obama serokkomarê Amerîka.

Ruhanî li bara pîlana dijminan ji bo tirsandina xelkê cîhanê ji Îranê jî got: Îran ji bo tu welatekî cîhanê wekî gef û xeter nayê hisab, belkî Amerîka û Rejîma Siyonîstî bona cîhanê wekî gef û xeterê ne.

Ruhanî herwisa bal kişande ser serxwebûna siyasî li Îranê û destnîşan kir; Komara îslamî ya Îranê dê dewamê bide riya pêşketin û inqilaba xwe.

Serokkomarê Îranê bilî berevaniya ji heq û mafê gelê îranê li hemberî dijminan û destnîşan kir; Komara îslamî ya Îranê bi yekitî û yekgirtina xwe hemû pirsgirêkên xwe ji wan yên abûrî dê çareser bike.