Cotmeh 26, 2016 07:27 Asia/Tehran
  • Amadebûna Îranê jibo raberkirina alîkarîyê li opêrasyona parastina aştîyê ya NY

Komara Islamî ya Îranê ragihand ku amade ye li opêrasyona NY ya parastina aştîyê, bi rêka raberkirina xizmetên piştevanîyê û şandina hêzên leşkerî bo erkên aştîparêzîyê alîkarîyê bide.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Xulamelî Xoşrû nunerê Îranê li NY duh li komîta çarem a Civata Giştî ya NY li bara opêrasyona parastina aştîyê got: Kifşkirina her rêbazekê jibo şopandina pirsgirêkên têkildarî opêrasyona parastina aştîyê, şandina aştîparêzan an dirêjkirina dema erkdarîya li opêrasyonekê, divê li gorî armanc û isûlên menşûra NY bin.

Xoşrû herwiha got: Divê rêz li isûlên wek rizamendîya alîyên pevçûnê, bikarneanîna zorê bilî dema xweparastinê, bêalîtî, beranberîya serwerîyê, serxwebûna sîyasî, yekperçetîya axê ya gişk welatan û mudaxilenekirina li karên welatên din bê girtin.

Nunerê Îranê li NY herwiha got: Piştgirîya i sivîlan berpirsîya yekem a welatên mazûvan e û opêrasyona parastina aştîyê di rewşa hebûna destûrkara têkildar, divê piştgirîyê bide hewldanên netewî li warê piştgirîya ji sivîlan.

Nunerê Îranê li NY li dawîyê got: Tu destwerdaneke serbazî ya NY yan her hêzeke bîyanî bi heceta piştgirya ji sivîlan nayê qebûlkirinê û divê sekinîna li hemberî istismarê û sûdwergirtina narewa ya cinsî ji hêla aştîparêzan va bên berçavgirtinê.