Cotmeh 25, 2016 11:34 Asia/Tehran
  • Zerîf: xelata Chatham House yê hemû gelê Îranê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku xelata navenda navnetewî ya `Chatham Housê` yê hemû gelê berxwedêre Îranê ye.

Navenda lêkolînê ya Chatham House`ê duh duşemê Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û Can Kerî wezîrê karên derve yê Amerîka bona xelata xwe ya salane bijartin.

Li rapora vê navendê hatiye ji ber nexş û rola  wezîrê karên derve yê Îranê û Amerîka li sala 2015 bona serê xwegirtina gotûbêjên navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 layiqê vê xelatê ne.

Li gotûbêjên navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 herçend aliyên rojavayî berbend li ser riya van gotûbêjan çêkirin lê gelê Îranê karî heqê xwe yê navokî bîne dest.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkî wezareta karên derve yê Îranê jî duşemê şev bilî piştrastkirina nûça gihêştina xelata navenda Chatham House`ê bo Muhemed Cewad Zerîf got: Standina vê xelatê nîşana berxwedan û mentiqa beraqil a gelê Îranê li hemberî zextûzor û boykotên biyaniyan dijî gelê Îranê ye.

Qasimî destnîşan kir; Zerîf ev xelata ji ber alîkariya bi aşitiya cîhanî verdigire.