Îlon 27, 2016 19:00 Asia/Tehran
  • Destpêbûna firotina nifta Îranê bo Otrîşê

Balyozê Otrîşê li Têhranê, ji destpêbûna firotina nifta Îranê bo Otrîşê agahî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, Frêdrîş Ştîfêt, balyozê Otrîşê li Têhranê, roja sêşemê li hevdîtina tev Hesen Sadiqlû, parêzgarê Gulistanê li Gorganê (li bakûrê Îranê) got: Kirrîna niftê ji Îranê, piştî midehekê rawestan û bi rabûna boykotan, careka din ji heftiya buhurî ve û bi kirrîna yek mîlyon bermîl niftê, dest pê bûye.

Iştîfêt herwiha got: Ji bilî niftê, Otrîş berhemên din ên wekî Zefran, pembû, Gwîz û berhem û hasilên din ên cotkariyê ji Îranê dikire û tê pêşbînîkirin ku bi zêdebûna danûstandinên bazirganiyê yên di navbera du welatan de, hevkariyên di navbera Îran û Otrîşê de, vegere dema berî boykotan.

Balyozê Otrîşê li Îranê destnîşan kir: Bi vê zûtirkê bankeka otrîşê, wê çalakiya xwe ya li Îranê, dest pê bike ta ku danûstandina pereyên derfirotin û şandina kelûpelên Îran û Otrîşê, hêsan bibe.

Iştîfêt got: Sefera taxima bazirganiyê ya Otrîşê bo parêzgeha Gulistanê jî li dahatiya nêzîk, wê rê ji bo berfirehkirina hevkariyên di navbera vî welatî û Gulistanê, xweş bike.

Parêzgarê Gulistanê jî got: Giyayên dermanî, berhemên cotkarî û ajeldariyê û Sefran, dikarin ji wan beşên hevkariyên hevpar ên di navbera Gulistan û Otrîşê bin.