Îlon 26, 2016 18:43 Asia/Tehran
  • Hevîdtina Elîekber Salihî û wezîrê enerjîyê yê Amerîkayê li Vîyenê

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê û wezîrê enerjîyê yê Amerîkayê li bara sozên her dualîyên rêketinama navokî ya Koma 5+1`ê û Îranê hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elîekber Salihî serokê Sazîya Atomê ya Îranê îro li rex şêstemîn konfiransa giştî ya Ajansa navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) li bajarê Vîyenê li koma nûçegihanan got: Li hevdîtina şeva buhurî ya ligel Êrnêst Monîz wezîrê enerjîyê yê Amerîkayê, pirsgirêkên ser rêka cihanîna rêketinama navokî hatin hilkolandin.

Salihî herviha got ku diqewime ew îro jî bi wezîrê enerjîyê yê Amerîkayê ra bicive û mijarên bi dilê her du alîyan hilkolînin.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herviha biryar e ku îşev bi hevtûşê xwe yê rûs ra û paşê bi Yokîyo Amano rêvebirê giştî yê IAEA`yê ra hevdîtin û gotûbêjê bike.

Şêstemîn konferansa giştî ya Ajansa navnetewî ya Enerjîya Atomê bi amadebûna nunerên 168 welatên endamê vê ajansê ji îro va li meqera IAEA`yê li Vîyena otrîşê destpê bû û yê heta 5 rojan bidome.

Elîekber Salihî vê sibê li axavtina xwe li vê civînê li ser pêwîstîya çavdêrîya IAEA`yê li ser çalakîyên narewa yên Rêjîma Sînoyîst sekinî û xwest ku ev mijara bikeve nav destûrkarê Konseya Hikimdarên IAEA`yê.