Îlon 26, 2016 10:32 Asia/Tehran
  • Jibo rizgarkirina gola Urmiyê sê hezar milyar riyal hat terxankirin

Sê hezar milyar riyal kirêdît bo koma rizgarkirina behra Urmiyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava hat terxankirin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomariyê, desteya wezîran a dewleta Îranê li civîna roja yekşemiyê bi serokatiya Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê  terxandayîna sê hezar milyar riyal kirêdîtê jibo projan û projeyên koma rizgarkirina behra Urmiyê di sala 1395`ê da pejirand.

Desteya wezîran her wiha li dewama hilkolandina vê pêşniyarê her cure berfirehkirina erdên cotkariyê ji wan erdên neteweyî yên çavkaniyên xwezayî bo cotkariyê, avdana erdên dêm, wek baxçekirina zevîzaran li golmenca avrêj a gola  Urmiyê û her cure proja ku bibe sedema zêdebûna çavkaniyên ava hewzê ji wan pêkanîna û baştirkirina navendên pompaja avê, avakirina avbend û bendavên meîşetî li  golmenca avrêj a gola Urmiyê, qedexe kirin.

Wezaretxanên enerjiyê û cihada cotkariyê yên Îranê jî hatin erkdarkirinê ku tevî qedextiya dayîna îznê li vê barê li hember sûçkaran rawestin.

Gola UUrmiyê gola navxweyî ya Îranê û duwem gola mezin a şor a cîhanê ye.

 Rûbera vê golê di havîna 2015`ê de nêzîkî 6 hezar km çarkunc bû.