Tebax 30, 2016 11:08 Asia/Tehran
  • Xweşbûna rê ji bo sermayedanîna biyanî li Îranê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, got: Piştî cihhatina Lihevkirina Navokî, rê ji bo sermayedanîna derveyî û navxweyî li Îranê xweş bûye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja duşemiyê li civîna konseya idarî ya bajarokê Golpayganê, li parêzgeha Isfehanê li navenda Îranê, her wiha got: Wergirtina sermayedanîna derveyî û navxweyî li planên avedankirinê, wê hemû meseleyan çareser bike û wê bibe sedema geşepêdana Îranê û divê her kes bona wergirtina sermayeyê, pêngavan bavêje.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, herwiha li ser bikaranîna şiyanên beşa sivîl û anîna sermaya derveyî sekinî û got: Piştî hevhatinnama navokî, zêde ji 60 mîlyard dolar, xetên krêdîtê ji aliyê hin welatan ve bona cihanîna projeyan li Îranê hatine vekirin.