Tebax 30, 2016 08:12 Asia/Tehran
  • Îranê teqînên terorîstî yên li parêzgeha Kerbelaya Iraqê şermezar kirin

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, teqînên terorîstî li parêzgeha Kerbelaya Iraqê, şermezar kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, roja duşemiyê tevî şermezarkirina teqîna terorîstî li parêzgeha Kerbelaya Iraqê bi destê koma terorîst a DAIŞ`ê, got: Terorîst, rojên xwe yên dawiyê li Iraqê derbes dikin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, hevderdiya xwe ya tev dewlet û gelê Iraqê û malbata goriyên vê kiryara qirêj û dijî mirovan diyar kir û herwiha got: Terorîstên tekfîrî li halekî cinayetên wiha pêk tînin û xelkê bêsûc dikujin ku dizanin rojên xwe yên dawiyê li navçeyê dibuhurînin.

Behram Qasimî, ev cure operasyona kor û dirindane, bertekek li hember şikestên bi dûhev ên terorîstan ji artêş û hêzên gelanî yên Iraqê da zanîn û got: Komara Îslamiya Îranê hêvîdar e bi hewldana dewlet, artêş, hêzên gelanî û xelkê Iraqê, sîbera terorîsmê, demlidest li Iraqê û navçeyê wêda here.

Êvara yekşemiyê di encama êrişa 5 terorîstên ku kembera xwekujiyê bi xwe va girêdabûn de li ser dawetekê li taxa Hesînê li bajarokê Eyn Temerê li rojavayê Kerbelayê, 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.