Tebax 24, 2016 20:40 Asia/Tehran
  • Çînî bi qasî du miliyar dolarî li rojhilata Mazenderanê sermayeyê datînin

Birêvebirê giştî yê dayra pêşe, maden û bazirganiyê yê Mazenderanê got ku dewrana piştî Lihevkirina Navokî ya di nevbera Îranê û Koam 5+1`ê de derfeta sermayedanîna du miliyar dolarî ya biyanî li warê pêşeyê li vê devera bakûrê welêt dabîn kiriye.

Mihemed Mihemedpûr- Omran roja çarşemiyê li hevpeyivîna digel nûçegihanê ajansa nûçeyan a IRNA`yê got: Lihevkirina seretayî ji bo wergirtina vê asta sermayedanînê li rojhilata parêzgeha Mazenderanê digel sermayedanerên parêzgeha Liyaûnîng a Çînê pêk hatiye.

Wî her viha got: Li ser esasa lihevkirina seretayî, ev sermayedanerên çînî yê bajarokekî pêşeyî li rojhilata Mazenderanê li erdekî bi rûbera 300 donimî taybetî pêşeyên Çînê ava bikin.

Mihemedpûri got: Erdê bajarokê pêşeyî bi armanca handana sermayedanerên çînî û wergirtina sermayeyên zêdetir bi awayê belaş dikeve ber destê aliyê çînî.

Birêvebirê giştî yê dayra pêşe, maden û bazirganiyê yê Mazendeanê her viha got: Sermayedanerên îranî jî dikarin bi awayê şirîkatiyê digel sermayedanerên çînî li vî bajarokî bixebitin.

Wî her viha got: Bi saya cihanîna vê plana pêşeyî, ji bo gelek ji kesên bêşol û kar li deverên bakûrê welêt derfeta karkirinê pêk tê û dê pêşeya Mazenderanê jî geş bibe.