Tebax 24, 2016 20:36 Asia/Tehran
  • Zerîf: Îran û Êkwadorê hertim peywendiyên xwe yên erênî û kêrhatî hebûne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran û Êkwadorê hertim peywendiyên erênî û kêrhatî hebûne û hene û em hez dikin peywendiyên xwe bi berfirehkirina peywendiyên aborî û bazirganiyê li riya berjewendiyên her du welatan xurt bikin.

Li gorî rapora nûçegihanê şandî yê IRNA`yê bo Êkwadorê, Mihemedcewad Zerîf çend xulekan berî viya li merasima destpêkirina civîna ticarî ya Îran û Êkwdorê ku li Kîtûya paytexta Êkwadorê hatiye lidarxistin, got: Em tu wextî dostên xwe ku di rewşa berxwedanê da alîkariya me kirin, ji bîr nakin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Em şanaziyê bi peywendiya digel welatên Amerîkaya Latînê re dikin.

Ev civîna li ciyê rûniştina taxima îranî li Kîtûyê bi navê Swîs Hotêlê dest pê bûye.

Li vê civînê bi dehan kes ji çalakên beşên aborîyê yên sivîl û dewletê yên her du welatan beşdar in.

Eva sêyemîn civîna aboriya hevpar ligel welatên Amerîkaya Latînê di sê rojên dawiyê da piştî Kûba û Nîkaragûeyê ye.

Mihemedcewad Zerîf, wezîrê akrên deve yê Îranê bi serokatiya taximeke ji 80 çalakên aborî û bazirganiyê yekşemiyê berê xwe da Amerîkaya Latînê.