Tebax 24, 2016 19:16 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ewlewîyetên sereke yên dewletê diyar kirin

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî `Abora Berxwedaniyê` , `Siyaseta derveyî` , `Zanist û têknolojî`, `Ewlehî` û `Çand` ji ewlewîyetên sereke yên dewleta Komara Islamî ya Îranê dan zanîn.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî roja çarşemiyê li hevdîtina ligel serokomar û endamên taxima dewleta Îranê bi minasibeta ``heftiya dewletê`` destnîşan kir: Rapora dewletê li bara kiryarên pêkhatî di heyama sê salên buhurî da gelek sûdewer bû, lê gerek ev mijar ji bo xelkê were ragihandin, ji ber ku sermaya sereke, gel û bawerî û hêviya wan e.

Wî tevî rêzgirtina li şehîd Mihemedelî Recayî serokoamr û şehîd Mihemedcewad Bahuner, serokwezîrê  wê demê yên Îranê got: Mixabin  hinek dixebitn ku ji bo paqijkirina guneh û sûcê (endamên Koma têrorîst a)Minafiqînê ku sebebkara şehîdkirina van du mînakên dilpakî û xebata zêde û bi hezaran kesî ji gel û berpirsên Îranê bûn, rewşeke mezlûmiyet û zordîtinê pêk bînin, lê ev kirayrên bi xerez dê negihîjin encamê û wek berê bêencam bibin.

Hezretê ayetullah Xamineyî çareserkirina pirsgirêk û gêreyên aborî girêdayî bi cihanîna dirust û deqîq a siyasetên Abora Berxwedanê da zanîn û `meşandina kirêdî û hêsankarîyên bankî û asta berfire ya dirafê destê xelkê da ber bi berhemanînê` , `handêrên ji bo derfirotinê` û `berçavgirtina ciddî ya gundan û pêşeyên veguherînî` ji kiryar û pêngavên bingehîn û mimkin ji bo serêxwegirtina siyasetên Abora Berxwedanê dan zanîn.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî bi gotina viya ku siyaseta derveyî yek ji ewlewîyetên sereke yên dewleta Îranê bûye, ragihand: Asya, Afrîqa  û Amerîkaya Latînê divê pişk û para xwe ya minasib li warê siyaseta derveyiya welêt hebin.

Wî tevî pêgiriya li ser viya ku gerek ji bêsoziya  Amerîkayê li warê cihanîna Lihevkirna Navokî tecrube were wergirtin, bi bî rxist: Ev tecrube ji me ra dibêje ku em nikarin pêbaweriya xwe bi ti yek ji dewletên Amerîkayê re bînin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî mijara `Ewlehiyê yek ji mijarên din ên sereke yên dewleta Îranê da zanîn û her viha got: Bi saya xebat û têkoşînên hêzên leşkerî û ewlehiyê di rewşekê da ku welatên navçeyê tijî bûyer û nearamî ne, Îran xwedana mertaleke ewlehiya qahîm e.

Hezretê ayetullah Xamineyî her viha got: Rexneya min têkildarî mijara Lihevkirina Navokî vedigere bêsozî û qirêjiya aliyê hember, ne ku kesên me bi xwe; Ji ber ku gotûbêjkerên me bi qasî şiyana xwe bi şev û rojê xebitîn û em sipasdarê wan ji ber wan zehmetan in ku di vê rîyê da kişandin.

Wî `Morala inqilabî û dînî ya gel` wek hêmaneke din a sereke ya metala ewlehiya xurt a welêt da zanîn û destnîşan kir: Dijmin ji zêdebûna şiyana parastin û mûşekîyê ya welêt nigeran e; Lewma gerek ku em ji bo zêdebûna şiyana parastinê alîkariyê bikin û pişta wê bigirin.