Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê: Heftiya dewletê derfteke baş e jibo dayîna raporan bo xelkê
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ji hewldanên dewleta yazdan spasî kir û ragihand ku heftiya dewletê derfeteke baş e jibo dayîna raporên li bara karûbarên bo xelkê cih hatine û destnîşan kir: Karê rêveberiya welêt jiber berfirehbûn û curbicuriya meselan û daxwaziyên zav, karekî giran e.
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî roja çarşemiyê li hevdîtina tev serokkomar û endamên taxima dewletê, pîrozbayiya heftiya dewletê kir û rêz li bîranîna şehîdên dewletê, Recayî û Bahuner wekî mînaka îxlas, xebatkarî û gelanîbûnê girt û got : Mixabin hin kes hewil didin ku jibo sebebkarên vê cinayetê, rewşa mezlûmane saz bikin.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî piştre bala xwe da ser rapora serokkomar û hin endamên dewletê li bara kiryarên cihhatî û destnîşan kir: Divê van arporên kêrhatî ji xelkê re ragihînin jiber ku sermaya sereke xelk û baweriya wan û hêviya wan e.
Wî bal kişand ser derbasbûna sê salan ji emrê dewleta 11`an û got : Dewlet divê bi plan û bernam be û bi micidî jibo kar û hewldana li sala mayî behra herî zêde wergire.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî tewsiye li dewletê kir ku xwe ji mijarên li perawêzê û tiştên nesereke bitaybet li mehên tê ku mesela hilbijartinê di rojevê de ye dûr bike û got: Dewlet nabe ku xwe mijûlî behs û mijarên hilbijartinê bike belkî divê heya roja dawiya dewra xwe jibo kar, hewldan û çareserkirina pirsgirêkan plan û bernaman darêje û propagendeya herîbaş jibo dewletê kiryar û pêngava vê dewletê ye.
2 Şehrîwera 1395`an , 23 Tebaxa 2016`an destpêka heftiya dewletê li Komara Îslamî ya Îranê ye. Muhemedelî Recayî serokkomar û Muhemedcewad Bahuner serokwezîrê Îranê sala 1981`ê li encama teqîna terorîstî li nivîsgeha serokwezîriyê ji aliyê endamên grûpa terorîst a Munafiqan va hatin şehîdkirin.