Tebax 24, 2016 08:50 Asia/Tehran
  • Şehîd Ricayî û Bahuner pêwîst e ku ji bo birêveberên Komara Islamî ya Îranê bibin mînak

Serokkomarê Îranê tevî rêzgirtinli Şehîd Ricayî û Şehîd Bahuner, hêviya xwe da diyarkirin ku riya van du şehîdan bibe mînak ji bo birêveberên Komara Islamî ya Îranê.

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li civîna êvara duh sêşemê ya Konseya bilind a Inqilaba Çandî, tevî qedrzaniya ji xizmet û zehmetiyên hemû dewlet û karbidestên dewletî piştî serketina inqilaba islamî destnîşan kir; Dewleta tedbîr û hêviyê li 3 sal xebata xwe desthatên mezin anîne dest û bawer e ku bona bersivdana bo  hemû xwestek û hewcetiyên rastîn ên xelkê, pêwîst e ku îrada netewî û yekîtî û yekparçetiya xelkê hebe û cihanîna bernamên demdirêj jî were şopandin.

Serokê Konseya Bilind a Inqilaba Çandî bal kişande ser desthatên dewletê li babeta siyasetên derveyî, abor, jîngeh, cotkarî û karûbarên civakî û destnîşan kir; serûberkirina abûra welêt û girtina pîşiya giraniya kelûmelan û geşatiya ji sedî 4.4`a abûrî li sê mehên destpêka îsal li halekî hate dest ku hemû welatên bifiroşê niftê û yên ku derhata wan ji firotina niftê dabîn dibû, rastî kirîza abûrî hatin.

Ruhanî siyaseta abûra berxwedanî jî xîm û binyata xebata dewletê da zanîn û destnîşan kir; Îsal dê sala geşatiya abûrî û sala çareserbûna pirsgirêkên abûrî yên xelkê bibe ku eva dibe sebeba kêmbûna ziyanên çandî jî.

Muhemmed Elî Ricayî serokkomar û Muhemmed Cewad Bahuner serokwezîrê wê çaxê ye Îranê di sala 1981`an da, ji ber teqîna nivîsgeha serokwezîriyê bi destê endamên grûpa terorîstî ya Munafiqînê, şehîd bûn.