Kanûn 04, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • Hitmala lidarketina Lîga boksê zêde bû

Ger pîvan û protokolên tendirustî bi cidî cih werin hitmala lidarketina Lîga boksê ya Îranê zêde dibe.

Li gor IRNAyê, Piştî şopandinên cidî yên rayedarê Fedrasiyona Boksa Îranê ji bo lidarxistina hevrikiyên lîga boksê, rayedarên erkana Pêşîlêgirtina Koronayê li werzişê qebûl kirin ku ev hevrikiyan di bin şert û mercên taybet li dar kevin. 

Pêşbaziyên lîgê tenê bi şertê berçavgirtina tam a protokolên tenduristiyê û li parêzgehên kêm-rîsk di warê Koronayê de dikarin destûra lidarxistinê bistînin. Wekî din, tiştên wekî wergirtina testa pcr berî destpêkirina pêşbaziyê ji hemî boksor, rahêner, daweran û birêveberan jî ji bo lidarxistina pêşbaziyê şert e.

Ji bo vê armancê, karbidestên Federasyona Boksê dê di hefteyên bê de civînên xwe li dar bixin da ku hemî mijarên têkildarî rêxistina lîgê binirxînin da ku di vî warî de biryara çêtirîn bidin.