Kanûn 03, 2020 19:48 Asia/Tehran
  • Çend kurtenûçe ji cîhana Fûtbalê

Ji Ronaldo heta Messi û Neymar, heta Lîga Qehremanan, heta Premier Lîgê vane çend nûçeyên derketine pêş.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Ji Ronaldo heta Messi û Neymar, heta Lîga Qehremanan, heta Premier Lîgê vane çend nûçeyên derketine pêş.

Ji bo Ronaldo tenê 10 gol man

Lîstikvanê fûtbolê Cristiano Ronaldo di pêşbirka duh a Juventus û Dinamo Kiev de gola xwe ya 750'emîn avêt.

Bi vê yekê Ronaldo li temamê dinyayê ket rêza 3'yemîn ku kesê herî zêde gol avêtiye. Bi 759 golan Josef Bican di rêza yekemîn de ye. Piştî wî bi 757 golan Pele tê. Ger Ronaldo 10 golên din biaêje dê her duyan derbas bibe û bibe yekemîn. Wisa diyar e ger seqetiyek çênebe Ronaldo îsal dê vê rekorê berjor bibe ku kesek din nikaribe bişkîne.

Li aliyê din Ronaldo di Lîga Qehremanan de bi 132 golan di rêza yekemîn de ye.

Ronaldo li van deran gol avêtine: Li Real Mardidê 450, li Manchester United 118, li Tîma Neteweyî ya Portekîzê 102, li Juventusê 75 û li Sporting Lîzbonê jî 5 gol avêtine.

Messi ceza xwar

Hefteya borî di La Lîgayê de lîstikvanê Barselonayê yê arjantînî Lionel Messi piştî gol avêtibû formaya xwe derxistibû û ji bo bîranîna Maradona formaya wî li xwe kiribû. Hakêm bi karta zer Messi ceza kiribû. Federasyonê jî 600 Euro ceza li wî birî. Mafê Messi û Barselonayê heye ku îtîrazê bike.

Neymar em mecbûr in ligel Messi bilîzin

Lîstikvanê PSG'ê Neymar piştî pêşbirka ligel Manchester Unitedê (MU) axivî û got: "Tiştê ez pir dixwazim ev e dixwazim carek din ligel Messi bilîzim. Dixwaze bila ew li cihê min bilîze. Sala bê divê teqez em bi hev re bilîzin."

Li nav tora civakî nîqaşa Neymar dixwaze Messi here PSG'ê yan ew dixwaze carek din vegere Barselonayê gur bû.

Li aliyê din PSG'ê bi 3-1 MU têk bir.

Tîmên ji Koman Derketine

Di Lîga Qehremanan de duh pêşbirkên koman ên 5'emîn hatin lîstin. Yanê pêşbirkek tenê maye pêşbirkên koman bi dawqî bibin. Di encamên pêşbirkênh 5'an de ji Koma A Bayer Munîx, ji Koma C Manachestir City û Porto, Ji Koma D Liverpool, ji Koma E Chelsea û Sevilla, ji Koma F Borissia Dortmund, ji Koma G jî Barselona û Juventus mafê derketina ji koman bi dest xistin. Di pêşbirkên koman de her du tîmên bibin yekemîn û duyemîn di Lîga Qehremanan de rêya xwe didomînin û dikevin nava Dora 16'an. Tîma sêyemîn vedigere Lîga Ewropayê û tîma çaremîn vedigere mala xwe.

Temaşevan hatin stadê

Li Îngilistanê piştî 9 mehan temaşevan girtin stadê. Di pêşbirka Lîga Fûtbolê ya Îngilistanê temaşevan jî li stadê bûn. Ji 13'yê adara 2020'an ve temaşevan negirtibûn sehayê. Di pêşbirka Luton û Wycombe de hezar kes ji bo temaşekirinê girtin sehayê.

Di Premier Ligê (Lîga Sereke ya Inglîsê) de jî vê hetfeyê dê destûr bidin temaşevanan ku pêşbirka West Ham û Manchaster United temaşe bikin. Piştî 9 mehan ev jî dê bibe pêşbirka yekem ku temaşevan diçin.

 

 

Serepeyv