Kanûn 03, 2020 19:48 Asia/Tehran
  • Yekem car jinekê pêşbirka Lîga Qehremanan bi rê ve bir

Duh di pêşbirka Lîga Qehremanan a UEFA'yê ya Juventus û Dinamo Kiev de hakêma fransiz Stephanie Frappart pêşbirk bi rê ve bir. Bi vê yekê bû yekem car ku jinek pêşbirkeke Lîga Qehremanan wekî hakêma nava sehayê bi rê ve dibe.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Stephanie Frappart di 14'ê berfanbara 1983'yan de li Herblya-sur-Seine ya Fransayê hatiye dinê.

28 SALIYA XWE DE DEST PÊ KIR

Wê di sala 2011'an de dema hê 28 salî bû di lîga 3'yemîn a fûtbolê ya mêran "Championnat National" de hakêmî kir. Di sala 2014'an de di lîga duyemîn de pêşbirk bi rê ve birin û di vê serketina de xwe di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2015'an ku li Kanadayê de li dar ket de rol girt.

KÛPAYA CÎHANÊ YA JINAN

Di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2019'an de jî hakêmî kir û di pêşbirka fînalê ya vê kûpayê de rola mezin girt ser milên xwe. Frappartê pêşbirka fînalê ku di navbera Amerîka û Hollandayê* de bû bi rê ve bir.

Hakêm Frappart, roja 14'yê gelawêja 2019'an pêşbirka Kûpaya Super a UEFA'yê* ya di navbera Liverpool û Chelsea de jî bi rê ve bir.

Û DUH

Û duh di Lîga Qehremanan pêşbirka Juventus û Dinamo Kiev de didûk di destê wê de bû. Bi vê yekê ew wekî yekem jina ku pêşbirkeke Lîga Qehremanan bi rê ve dibe ket nav rûpelên dîrokê.

Di pêşbirkê de Juventus bi 3-0 bi ser ket.


 

Serepeyv