Kanûn 03, 2020 19:32 Asia/Tehran
  • Şirnex - Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane

Medreseya Feqîyê Teyran a dîrokî ku li gundê Keraşînê navçeya Basa ye, ji ber xemsarriya dewletê û mirovên li herêmê hilweşiyaye û tenê dîwarên wê mane.

Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi qelema "Zeynep Dûrgût" nivîsiye: "Li herêma  Şirnexê  heta niha gelek berhemên dîrokî ji ber nêzîkatî û xemsariya dewletê tune bûne.

Berhemên mayî jî bi tu awayî nayên parastin û li ber tunebûnê ne.  Medreseya Feqîyê Teyran a  li gundê Keraşînê yê navçeya Basa ya Şirnexê jî yek ji van berhemên ku li ber tunebûnê ye.

Medreseya ku tê gotin Feqîyê Teyran têde perwerde daye, ji ber bêxwedîtiyê hilweşiyaye.  Li gorî hîn çavkaniyan,  medrese weke yekem medreseya wêjevanê kurd Feqiyê Teyran tê

penasekirin. Lê niha tenê dîwarên medreseyê mane û medrese di her warî de hilweşiyaye. 

JI HÊLA RÊYA BEJAHÎ VE HAT HILWEŞANDIN 
Medreseya dîrokî heta niha bi tu awayî ji hêla Wezareta Çand û Tûrîzmê ve nehatiye parastin û ji bo parastina medreseyê xebatek nehatiye kirin. Tê gotin ku di sala 1990'an de Rêya Bejahî rêyekê di nav medreseyê re derbas dike û piraniya medreseyê hildiweşîne. Beşên medreseyê yên mayî jî ji ber operasyonên leşkerî û xemsariya dewletê û mirovên li herêmê xesareke mezin dîtine."

Serepeyv