Kanûn 03, 2020 19:31 Asia/Tehran
  • Serlêdanên 8'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir

Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengên helbesta kurdî ya nûjen, ku di 30'ê Cotmeha 2012'an de çû ser dilovaniya xwe, dê îsal cara 8'emîn Pêşbirka Helbestan li dar bixe.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Îsal jî ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî 8'emîn Pêşbirka Helbestan tê lidarxistin. Pêşbirk ji bo xwedîlêderketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye. Pêşbirka 8'emîn jî ji hêla malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin. Serlêdanên pêşbirkê dest pê kir. Malbatê û Weşanên Sor ji ber pandemiyê bi metnekê destpêkirina pêşbirkê belav kirin. 

Şert û mercên başdarbûna vê pêşbirkê ku dixwaze berhemên wêjeyî yên giranbuha diyarî weşangeriya kurdî bike û wan raberî girseyeke mezin a xwîneran bike wiha ne: 

* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn. 

* Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin. 

* Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê 

* Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide. 

* Berhemên ku ji hêla saziyek ve hatibin xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibin nikarin beşdarî pêşbirkê bibin. 

* Berhemên ku beşdarî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin. 

* Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike. 

* Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede. 

* Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qebareya (hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin. 

* Dosye divê di formata A4 de, 5 (pênc)nusxe bêne şandin. 

* Divê dosye ku bi kompîtorê hatibe dîzaynkirin û li USB'yek were barkirin û ev USB di nav dosyeya serlêdanê de cî bigire. 

* Dosyeyên ku bi kompîtorê nehatibin dîzaynkirin û tê de USB tunebin nayên nirxandin. 

* Divê li ser dosyeyê yan li ser USByê nav, nîşan, mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe. 

* Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan, telefon û e-maila xwe di nav zerfeke devgirtî de rêbikin. 

* Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2021an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û tarîx û ciyê merasîma xelatdanê dê paşê bê ragihandin. 

Divê dosye bi kargo yan jî bi posteyê, bo vê navnîşanê werin rêkirin: 

 

* Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin. * Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyên wan nayêne vegerandin. * Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne. * Di 1ê Nîsana 2021an de serîlêdan bidawî dibin. 

Lijneya Pêşbirkê: Berken Bereh, Necla Arî, Mueyed Teyib, Evîn Şikakî û Îrfan Amîda

Serepeyv