Kanûn 03, 2020 13:26 Asia/Tehran
  •  Li Bidlîsê tîma kaşûnê li Çiyayê Nemrûdê antrenmanê dike

Li Bidlîsê tîma kaşûnê li Çiyayê Nemrûdê antrenmanê dike û amadehiya şampiyonayê dike. Werzişvanên derketine Çiyayê Nemrûdê ku cî bi cî sitûrahiya berfê digihêje 10 santîmêtroyê di çarçoveya rêbazên tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da bi rahênerê xwe ra xebatên xwe didomînin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Werzişvanên ku bi wesayîta ku Midûriya Werziş û Ciwaniyê texsîs kir va di rojên diyar ên hefteyê da ji malên wan tên hildan antrenmanên (temrîn) xwe derengî naxin û ji bo ku di pêşbaziyan da bikevin dereceyê bi dil û can dixebitin.

Rahênerê Tîma Neteweyî ya "Reva Biliyan" Sedat Doymaz daxuyaniyek da rojnamevanan û got ji bo ku ji bernameya fealiyeta 2021î ya Federasyona Kaşûnê ya Tirkiyê amadehî bikin dixebitin.

Doymaz diyar kir ku li Çiyayê Nemrûdê ku li bajêr pêşî wir berf dibare dest bi antrenmanan kirin û ev gotin:

"Li herêmê berfa pêşî li Çiyayê Nemrûdê dibare. Me ev yek wekî firsendek dît û hema dest bi antrenmanên xwe kir. Digel ku hewa sar e hemû werzişvan bi xwe ra dibînin û di 2 hezar û 500 mêtro bilindahiyê bi dil û can dixebitin. Ji ber pandemiyê em nikarin tam bixebitin. Înşeallah ev şewb demildest biqede û em antrenmanên normal bidomînin. Du werzişvanên me ketin tîma neteweyî. Binesaziya me gelekî baş e. Wekî her sal îsal jî em bi ekîbeke ku mezin dibe xebatên xwe dikin. Werzişvanên me yên gelekî baş hene. Me par serkeftin bi dest xistin. Hedefa me ew e ku em îsal asta serkeftina xwe bilindtir bikin û werzişvanan bişînin olîmpiyatan. Em bi 40 werzîşvanî va dixebitin."

Doymaz qal kir ku di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da antrenmanê dikin û wiha axivî: "Em bi wesayîta midûriya bajêr werzişvanan ji malê hildidin. Di atmosfereke bi berçavgirtina rêzikên tendurustiyê da tînin antrenmanê. Di qadê da ji ber ku werzişeke şexsî dikin bi hev ra temas nakin. Em her cure tevdîrê hildidin. Piştî ku antrenman xilas bû dîsa bi heman awayî wan datînin malên wan."

Werzişvanê neteweyî Ferdî Ertaş jî got ku "Em li Çiyayê Nemrûdê antrenmanê dikin. Digel ku li navenda bajêr berf tune li lûtkeyê berf heye. Ev ji bo me avantajek e. Ez li vir hem antrenmanê dikim hem jî ji bo ku werzişvanên nû bielimin alîkariya wan dikim. Ez ji bo ku ew bên cihên baş hewl didim."
 

 

Serepeyv