Kanûn 02, 2020 18:49 Asia/Tehran
  • Weznerakirinê ya qehremaniya Cîhanê li Erebistana Siûdî li dar dikeve

Federasyona Weznerakirinê ya Cîhanê ragihand ku pêbirkeyên rakirinawezneyê ya qehremaniya Ciwanên Cîhanê dê li Erebistana Siûdî li dar keve.

Li gorî IRNA, ev pêşbazî dê ji 10 heya 17 Adara 2021 li Cedeya Erebistana Siûdî were li dar xistin. Welatên ku dê beşdarî vê tûrnûvayê bibin divê 10-ê kanûnê ya 2020-an navnîşana destpêkê ya weznerakiran ragihînin. Divê navnîşana dawîn heya 5ê Sibata 2021 were şandin.

Li gorî qaîdeyên dij-dopîngê, werzişkarên ku dixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê 10-ê Kanûnê ya 2020-an de adresên cîhê jiyana xwe bişînin, nexwe dê destûrê nedin beşdariya wn di pêşbaziyê de.

Wusa dixuye ku ji ber şert û mercên dayîna vîzayên Siûdî ji bo welatiyên Îranê, rewşeke hêsan ji bo beşdariya weznerakirinê îranî di van pêşbirkeyan nayê pêşbînîkirin.

Serepeyv