Cotmeh 29, 2020 23:44 Asia/Tehran
  • Li Helebce Festîvala Hinaran destpê kir

Li parêzgeha Helebceyê ya Herêma Kurdistanê 5’emîn Festîvala Hinaran destpêkir û tê payîn 3 rojan dewam bike. Nêzî 500 cotyar tevî berhemên xwe tevlî festîvalê bûn.

Li Helebceyê 5’emîn Festîvala Hinaran ku ji aliyê sazî û rêxistinên Helebceyê, bi alîkariya rêveberiya Çandiniyê li baxê Giştî ya bajêr destpêkir. Nêzî 500 cotyar bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûn. Tê payîn di festîvalê de 30 ton hinarên baxçeyên Sazan, Dereşîş, Çug, Bawekoçek, Pirîs û Ebayelî werin nîşandan

Li Herêma Kurdistanê hinarên Helebceyê bi nav û dengin. Bi taybet bi tama xwe ya xweş gelek tê heskirin. Ji bo vê her sal festîvalek hinaran tê lidarxistin.

Wezîra Çandiniyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Bêgert Talebanî jî di festîvalê de amade bû. Bêgerd Talebanî daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Divê em giringiyê bidin çandinî û berhemên xwemalî. Divê ji bo zindîkirina berhemên navxweyî jî êdî çareseriyek were dîtin. Yek ji pêngava bê avêtin henardekirina berhemên navxweyî ya ji bo derveye. Em niha bi Wezareta Çandiniyê ya Iraqê re di nava danûstandinê dene. Ji bo ku berhemên wan werin henarde kirin, divê werin test kirin û bawerî pê were dayîn. Ya ku dibe sedema qezençnekirina cotyarên herêmê, berhemên bi dizî dikevin bazara herêma Kurdistanê ye. Ev jî cihê nerazîbûnê ye.”

Herwiha ji bilî hinaran berhemên weke, gûz, hingiv, tû, doşav, genimê şamî, nanê hewramî, badem, maş û dehan berhemên din di fesetîvalê de têne nîşadan.

Festîval rastî eleqeyek mezin tê, ji navçe û bajarokên Herema Kurdistanê bi sedan welatî berê xwe didin festîvalê. Tê payîn festîval 3 rojan dewam bike.

Serepeyv