Cotmeh 28, 2020 14:34 Asia/Tehran
  • 5 tîmên jinan derbasî Euro Women's 2022'ê bûn

Euro Women's 2021 didome, tîmên dê herin diyar bûn lê pêre jî ev 2021 bû 2022.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, pêşbirkên fûtbolê yên tîmên neteweyî yên jinan didomin. Ev pêşbirk ji bo Euro Women's 2022 têne lîstin. A rast ev tûrnûva divê di sala 2021'ê de bihata lîstin. Tûrnûvaya fûtbolê ya mêran a Euro 2020 ji ber vîrusa koronayê ji bo sala 2021'ê hat bipaşvexistin. Sala bê Euro Women 2021 hebû, ji ber her du rastî hev hatin divê biryarek bihata dayîn. Serokê UEFA'yê Aleksander Ceferin di meha avrelê de li ser vê yekê gotibû, "Em mecbûr bûn bi lezgînî biryarê bidin. Li ser vê me li hemû bijartinan nêrî, me biryar da UEFA Women's Euroyê ji bo salek din bi paş ve bixin." Niha pêşbirkên têne lîstin û yên bi ser dikevin diyar dibin. Niha 5 tîm bi ser ketin û diyar bûn dê herin Euro Women's 2022.

 

Ji pêşbirkên duh hatin lîstin Norwecê Galler bi 1-0 têk bir û berî pêşbirkên din bêne lîstin bi 18 puenan çûyîna tûrnûvaya 2022'yan bi dest xist.

Danîmarkayê tîma Îtalya bi encama 3-1 têk bir û puenên xwe derxistin 27'ê û derbasî Euro 2022ê bû.

Swêdê bi 2-0 Îzlanda têk bir û bi 19 puenan rê ji bo xwe vekir. Hollandayê Kosova bi 6-0 têk bir. Her wiha Almanyayê jî di pêşbirka meha borî de ev bilêta çûyînê bi dest xistibû.

47 tîm beşdarî pêşbirkên hevtêkbirina ji bo Euro Women's 2021 bûbûn. Ji tîman mazûvan Îngilistan û 15 tîmên din ê beşdarî Euro Women's 2022 bibin. Ji wan niha tenê 5 tîman ev firsend bi dest xistine. Pêşbirkên pêşiya me dê rojên 26, 27'ê meha pêşiya me bêne lîstin.

Euro Women's 2022 dê rojên di navbera 6-31'ê tîrmeha 2022'yan de bê lîstin.

Di nav koman de 9 tîmên yekemîn, 3 tîmên herî serketî yên duyemîn raste rast diçin tûrnûvayê. Di nav 6 tîmên duyemîn de jî pêşbirk têne lîstin û ji wan jî 3 tîmên bi ser bikevin vîzeya tûrnûvayê bi dest dixin.

 

 

 

 

Serepeyv