Cotmeh 26, 2020 04:17 Asia/Tehran
  • Lîga Fûtbala Hollandayê; Tam 13 heb gol barîn

Di Lîga Fûtbala Hollandayê Eredivisie de îşev pêşbirka VVV-Velno û Ajaksê hebû û pêşbirk bi encameke dîrokî bi dawî bû: Tam bi temamî 0-13.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di Lîga Eredivisie de pêşbirkên hefteya 6'an hatin lîstin. Ajaks li VVV-Velno bû mêvan. Venlo poşman bû ku Ajaks kiriye mêvan ku ji ber ku tam 13 gol xwarin û nekarî yekê jî biavêje. Bi vê yekê di dîroka fûtbola Hollandayê de rekorek derket holê. Heta niha tu tîmek nikaribû di lîga mezin Eredivisie de 13 golan biavêje û qet golê nexwe. Li aliyê din lîstikvanê Ajaksê Lassina Traore jî tam 5 gol avêtin û bi vî awayî jî rekorek çêbû.

Golên Ajaksê di deqîqeyên 12 û 57'an de Jurgen Ekkelenkamp, di deqîqeya 17, 32, 54,56 û 87'an de Lassina Traore , di deqîqeya 44'an de Dusan Tadic, deqîqeya 55Ran de Antony, deqîqeya 59'an de Daley Blind, deqîqeya 74 û 76'an de Klaas-Jan Huntelaar û di deqîqeya 78'an de Lisandro Martinez avêt.

Ajaks bi vê encamê bû xwedî 15 puenan û bi pêşbirkeke zêde bû yekemîn.

 

 

 

Serepeyv