Îrana îro; Walîbala Rûniştî ya Îranê 35 salan berdewam qehremana cîhanê bûye
Di heyama 35 salên bihurî da Walîbala Rûniştî ya Mêran a Îranê berdewam qehremana cîhanê bûye.
Di dema niha da Walîbala rûniştî ji werzişên piralîgir û nasyar li cîhanê ye; Bi awayekî ku 90 welat endamê Federasiyona Cîhanî ya Walîbala rûniştî ne.
Walîbala Rûniştî ya Mêran a Îranê di salên destpêbûna çalakiya di vê werzişê da û di 35 salên bihurî da hertim qehremana cîhanê bûye û di 6 dorên pêşbirkên Olempîkê da 4 doran bûye qehreman û 2 doran bûye duyem.
Di beşa jinan da jî tevî ku tenê 5 sal in hatiye damezirandin, Îran di pileya heftem a cîhanê û sêyem a Asyayê da ye û ev nîşana pêşketina vê werzişê di beşa jinan da ye.
Helbet hewil tê dayînê ku jin jî weke mêran bibin qehreman û derbasî pêşbirkên Olempîkê bibin.
Federasiyona cîhanî ya Para-Walîbalê 40 salan beriya niha dema lidarxistina pêşbirkên qehremaniya Ewropayê di sala 1981ê da hat damezirandin.