Cotmeh 24, 2020 07:29 Asia/Tehran
  • Fûtbala Tirkiyê; Reqîbên Amed, Diyarbekir, Van û Cizre Sporê diyar bûn

Ji bo Dora 3'yemîn a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyê îro pişke hat kişandin. Tîmên bajarên kurdan Amed, Diyarbekir, Van û Cizre jî di nav de bûn û reqîbên wan diyar bûn.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Di Dora 3'yemîn de 23 tîmên ku di Dora 2'yemîn de bi ser ketibûn, ligel wan ji Lîga Super a Tirkiyê  Malatyaspor, Kayserispor, Ankaragucu, Hatayspor, Erzurumspor, Fatih Karagumruk, ji Lîga 1'emîn a TFF'ê 18 tîm, ji Lîgên 2'yemîn jî 39 tîm, bi giştî  86  hene. Ji bo wan pişke hat kişandin.

Di vê dorê de tenê pêşbirkek tê lîstin û di pêşbirkê de kîjan tîm bi ser bikeve derbasî dorek din dibe. Pêşbirkên vê dorê rojên 3, 4 û 5'ê meha sermawezê dê bêne lîstin.

Ji tîmên bajarên kurdan Amed diçe Kastamonu, Cizîr diçe Eskîşehîrê. Her wiha Diyarbekir diçe Sakaryayê, Van jî Sivas Belediyeyê dike mêvan.

Ev in tîmên bajarên kurdan û reqîbên wan:

- Îstanbul - Elazig Spor

- Kahraman Maraş - Soma Spor

- Hatay -Şanliurfa

- Sakarya - Diyarbekir

- Yeni Malatya - Artvin Hosa

- Eskişehîr - Cîzre

- Kastamonu - Amed Spor

- BB Erzurum - Karakopru

- Van - Sivas Belediye

- Menemen - Anagol 24 Erzincan

 

 

 

Serepeyv