Cotmeh 24, 2020 07:29 Asia/Tehran
  • Turnuvaya futbolê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema destpêkirina turnuvaya futbolê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Teqez em ê bi serkevin” û bi tevlêbûna 14 tîman diyar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Srûiyê bi Komîteya Amadekarê turnuvaya futbolê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Hevserokatiya Desteya Ciwanê û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Mehe Mihemed û Mehmûd El-Beşîr, endamên komîteyê yên ku nûnertiya komîteyên werzîşê yên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, tev li civînê bûn.

Di civînê de beşdaran amadekariyên destpêkirina turnovayê ya ku tê payîn di çend rojên pêşiya me de destpê bike, nîqaş kirin. Her wiha roja 30`yê Cotmehê ji bo destpêkirina turnovayê hate diyarkirin.

Wê 14 tîmên futbolê ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de tîmên Serêkaniyê û Girê Spî tev li turnovayê bibin.

Li gorî hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser, pêşbirkça yekemîn dê bi sponseriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê lidar keve.

Desteya Ciwan û Werzîşê amdekariyên gelek çalakiyên werzîşî mîna şetrenc, lîstokên bedenî, walîbol û basketbolê dike. Ev çalakî dê di dema bê de li dar kevin.

 

 

Serepeyv