Cotmeh 16, 2020 22:53 Asia/Tehran
  • Herêma Şehbayê; Mîhrîcana Amara dest pê kir

Mîhrîcana Amara ya huner, wêje û werzîşê li Herêma Şehbayê dest pê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Bi diruşmeya "Mûzaîka çandî, dewlemendî, veguhestin û bedewbûn e" çalakiyên mîhrîcana Amara ya huner, wêje û werzîşê li ser dika Çiyayê Kurmênc a navenda Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasê ya Herêma Şehbayê dest pê kir.

Hola mîhrîcanê bi wêneyên goriyên şêrr hat xemildanin. Bi sedan şêniyên herêma Şehbayê, nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û saziyên xwecehî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevseroka Meclisa Herêma Şehbayê Wefa El-Hisên bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Şehbayê, Kurd, Ereb û Tirkman û got: "Ev mîhrîcan mûzaîk di nav xwe de çand û hunera Sûriyê hildigire."

Hawar Newsê nivîsî. "Endama rêveber a Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê Medya Hemdek armanca lidarxistina mîhrîcanê destnîşan kir û got, mîhrîcan ji bo vejandina çand û hunera ku ji ber kiryarên hêzên dagirker û despotî hatibû windakirin e, mîhrîcan berhemê têkoşîn û berxwedana gel e."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî mîhrîcan li hemû şêniyan pîroz kir û hêvî kirin ku şênî li warê xwe vegerin û mîhrîcanê li ser xaka xwe li dar bixin.

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Adil Feraşîn jî axivî û girîngiya parastina çand û hunerê destnîşan kir. Her wiha bang li welatiyan kir û nirxên madî û manewî yên civaka xwe bipaêrzin.

Piştî axaftinan, Koma Şehîd Rojîn Ereb a Helbestan, Koma Cewad Kefernaya ya erebî, Koma Rojava ya Dîlanan, Koma Rêzan a Tirkman û Koma Awazên Şehbayê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha pêşangeheke wêneyan hate vekirin.

Mîhrîcan dê sibe bi çalakiyên werzîşê li stada gundê Babnisê were berdewam bike.

Serepeyv