Cotmeh 16, 2020 11:29 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê; Li Eyn Îsa turnuveya futbolê

"Tevgera Ciwanên Şoreşger" a Sûriyê şaxê navçeya Eyn Îsayê, bi beşdarbûna 6 tîman turnuveyek bi rêxistin kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Turnuve di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" de hat birêxistinkirin. 6 tîmên futbolê yên navçeya Eyn Îsayê û kampa Girê Spî beşdarî turnuveyê bûne.

Tîmên turnuveyê "Şehîd Zinar, Ciwanên Eyn Îsa, Şehîd Edhem, Eyn Îsa, Ciwanên Kampa Girê Spî û Zilamên Kampê".

Pêşbirka destpêkê li stada Eyn Îsayê di navbera tîmên Ciwanên Eyn Îsayê û Şehîd Zinar de bi beşdarbûna bi dehan şêniyan pêk hat û bi serkeftina Tîma Şehdî Zinar bi 4 nuqteyan li beramberî 2 nuqeyan bi dawî bû.

Tê payîn ku 17 vê mehê mîhrîcaneke werzîşê li kampa koçberên Girê Spî were lidarxistin.

 

 

Serepeyv