Cotmeh 15, 2020 17:27 Asia/Tehran
  • Kûpa Fûtsalê ya Neteweyên Asyayê dîsa paşda ket

Konfedrasiyona Fûtbala Asyayê ragihand ku Kûpa Fûtsalê ya Neteweyên Asyayê dîsa paşda ket .

Li gorî ragihandina IRNAyê ya îro, Konfedrasiyona Fûtbala Asyayê (AFC) cardin pêşbirkeyên Kûpa Fûtsalê ya Neteweyên Asyayê ya sala 2020 ku biryar bû meha Kanûnê li Kuweytê li dar kevin dîsa paşda ketin.

AFC ragihandiye ku ev pêşbirkeyana sala 2021 wê li dar kevin.

Ev pêşbirke serê ewil biryar bû ku meha Sibatê li Tirkmenistanê li dar biketana, lê ji ber pandemya Koronayê ew avêtin meha Tîrmehê lê dîsa ew paşda ketin û biryar hat dayîn ku li mehe Kanûnên werin lidarxistin ku vê carê jî paşda ket.   

Serepeyv