Îlon 20, 2020 02:16 Asia/Tehran
  • Federasiyonên 150 welatan ji FIFA'yê daxwaza alîkariyê kirin

Ji ber pandemiyê fûtbol di zirarê de ye û federasyonên welatan jî di nav tengasiyê de ye. Ji ber vê yekê 150 zêdetir federasyonên fûtbolê yên welatan serî li FIFA'yê da û daxwaza alîkariyê kirin.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Ji serê sala îsal re li dinyayê vîrusa koronayê belav bû. Ji wê rojê de heta îro fûtbol jî wekî gelek beşên din ket nava qeyranê. Pêşî 3 meh pêşbirk hatin bipaşvexistin, dûre serdema 2019-2020 a fûtbolê bê temaşevan li dar ket.

Li ser vê serdemê rayedarê FIFA'yê (Yekîtiya Federasyonên Fûtbolê ya Navneteweyî) Olli Rehn ragihand ku di vê serdemê de zirarê fûtbola cîhanê gihîştiye 14 mîlyon dolarî. Ev yek bi qasî sê yekê bûdceya salê ya fûtbola cîhanê ye.

Tê gotin ku herî zêde fûtbola Ewropayê ji vê serdemê zirar dîtiye. Li aliyê din FIFA dibêje ku serdema 2020-2021 jî dê bi awayekî neyînî derbas bibe û herî hindik di sala 2022'yan de dê rewş baş bibe.

 

 

 

Serepeyv