Îlon 17, 2020 17:47 Asia/Tehran
  • Korona 14 milyard dolar ziyan gihandiye Fûtbolê

Web Sayta Fedrasiyona Navneteweyî ya Fûtbolê (FIFA) ragihand vîrûsa Koronayê 14 milyar dolar xisar gihand Fûtbolê.

Li gor IRNA, Serokê Komîta Çavdêrî û Planên Alîkariyên malî yê FIFAyê Olli Rehn got ku ger pandemî berdewam bike, ev zirar û ziyan jî wê zêde bibin. Ji dema despêbûna pandemiya Koronayê heya vê demê xisarên giran li fûtbola cîhanê ketine.

Piraniya van xisaran ji ber îbtalbûna pêşbirkeyên Fûtbolê, rêketinên giran ên malî û heqê weşandina pêşbirkeyan li seranserê cîhanê  bûne. FIFA 1.5 milyar dolar ji bo alîkariya bo pêşîgirtina bandora nexweşiya Koronayê hatiye terxankirin.

Olli Rehn herwiha got: Heya vê demê 150 Yeketî ji 211 encumenên endamên FIFAyê daxwaza alîkariya malî kirine.   

Serepeyv