Îlon 03, 2020 10:21 Asia/Tehran
  • Konsera Mîkaîl Aslan û Cem Erdost hat 'Betalkirin'!

Hunermend Cem Erdost Îlerî û Mîkaîl Aslan dê roja 19'ê vê mehê li Esenyurta Stenbolê konserek pêşkêş bikira lê qeymeqamiya navçeyê konser betal kir.

Cem Erdost Îlerî ji ser twittera xwe re nivîsî, "Li Harbiyeyê hema hema her rojê konser tê pêşkêşkirin lê konsera min û Mîkaîl Aslan ku me yê li Sehneya Servekirî ya Rifat Ilgaz li dar bixista; Qeymeqamiya Esenyurtê ew betal kir. We ji ber çi sedemê ev biryar girt? Yan jî çalakiyên din ji ber kîjan sedemê li dar dikevin?"

Îlerî gotiye "Di meha rezberê de li Harbiyeyê 19 çalakî dixuyin û bilêtên wan jî têne firotin. Bila ew jî li dar bikevim, tiştek nabêjim lê çima biryarek wisa li ser çalakiya me didin? Hinên din çi tevdîran digirin emê jî bi qasî wan tevdîran bigirin lo!"

Mîkaîl Aslan jî wisa got, "Pelek biheje qedexeya pêşî derdikeve ber me. Ji bo bi sedan konser û çalakiyan çima nabêjin Pandemî heye ji bo a me dibêjin?"

 

 

 

Serepeyv